AFRINPOST
8î çile/Januar Serokatiya desteya erkan a hevbesh a U.S. li ser Twittera xwe ya Fermî daxuyaniyek bi Nerîna giştî re parve kir ku Sererkanê desteya hevbeş ê U.S. Cinêral Joseph Dunford roja duşem û sêşema borî bi hevkarê xwe yê tirk Yaşar Guler û wezîrê bergiriyê Xilûsî Akar re hevdîtinek pêk anî ye û mijarên serke yên hevdîtinê jî di derbarê rewşa ewlehî li Sûriyê, temamkirina nexşeriya Minbicê, hevrêkxistina vekişîna hêzên bejayî yê U.S ji Sûriyê bû.
Heman jêderê nîşan kir ku civînkaran hevkariya U.S. û Tirkiyê di şerê terorê û jinavbirina Daişê de gengeşe kirine, herwisa Cinêral Dunford dubare pabendiya U.S. bi ewlehiya Tirkiyê aniye ziman.
Ji aliyekê din ve malpera Militery.com da diyar kirin ku berdevkê desteya sererkana hevbeş ê U.S. Kolonêl Patrick Ryder ragihand ku mijara hebûna xalên çavdêriyê yên U.S. li Sûriyê di hevdîtinê de nehatiye gotûbêj kirin.
Lê belê di 13.12.2018 de Cinêral Dunford bi riya telefûnê ji hevkarê xwe yî tirk re gotiye ku xalên çavdêriyê dê berdewam çavdêriya sînorê tirkiyê yê başûr-rojhelat bike da ti metirsî li ser ewlehiya tikiyê ji aliyê bakurê Sûriyê ve çê nebe, herwisa Tirkan jî ji U.S. daxwazkiribû ku ewan xalan rakin.
Hêjayî gotinê ye ku wezîrê bergirî yê berê Jim Mattis di meha(11) Mijdarê de ragihandibû ku bi fermana wî xalên çavdêriyê li ser sînorê di navbera Bakurê Sûriyê û Tirkiyê de hatine bi cih kirin, da rê li pêş hêrişa Tirkiyê bo ser Bakurê Sûriyê bibire herwisa dê ev xalên cavdêriyê sînorê Tirkiyê jî biparêze.
Bo bîr xistin misteşarê ewlehiya U.S. ya netewî John R. Bolton di serdana xwe ya dawî bo îsrayîlê ragihandibû ku bê U.S. tirkiyê nikare hêrişî Bakurê Sûriyê bike û ew ê qebûl nekin ku hevkarên wan Kurdên sûriyê bibin armanca hêrişa Tirkiyê.
Ev daxuyaniya Bolton bûbû cihê hêrs û serşorbûna berpirsyarên Anqerê.