Cara sêyemîn e li pey hev xwepêşandana jinên çekdaran a daxwaza vegerandina mêr û lawên xwe dikin, tên jihevkirin

Cara sêyemîn e li pey hev xwepêşandana jinên çekdaran a daxwaza vegerandina mêr û lawên xwe dikin, tên jihevkirin

Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku leşkerên dagirkeriya tirk û milîsên wê yên îslamî yên girêdayî rêxistina ixwan misilmîn, komeke jinên çekdaran ji hev kirin.


Kombûna jinan li taxa Mehmûdiyê bû ku daxwaza vegerandina mêr û lawên xwe yên çekdar ên ku beşdarî dagirkirina herêmên bakur û rojhilatê sûrî bûne, kirin.


Nûçegihan anî ziman ku leşkerine tirk û çekdarên milîsên ” Firqeya El-Hemze” komeke jinên çekdarên “Ehrar El-Şerqiyê” ku bi armanca yan wan bişînin herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî yan jî mêr û lawên wan ên çekdar vegerînin Efrînê, daketibûn xwepêşandanê, ji hev kirin.


Di van demên dawîn de bêtir termên kuştiyên di şerê dagirkirina herêmên bakur û rojhilatê sûrî tên bajarê Efrînê.


Nûçegihanê Afrinpostê roja Şemiyê teqez kir ku 2 kuştî ji pêşiya navenda milîsên ” Firqeya Sûltan Mûrad” a li kolana Nofotê ya li navîna bajêr, spartin goristana taxa Zêdiyê.


Têkildarî wê piranî çekdarên milîsên îslamî xwe bi zanabûn vedişêrin da ku xwe ji hemleya leşkerkirinê ya dagirkeriya tirk bi rêya wê dixwaze bêtir çekdaran bi zorê û tevî ku agirbest ragihandiye, bişîne şer.


Related posts