AFRINPOST
Malpera fermî yê rêveberiya xweser ê li kontona Efrînê roja înê anî ziman, ku tevî zor û zehmetiyên bijêwî(jayan û pêdiviyên jianê) û tevî dûrketina ji wargeh û zaretgehên xwe yên olî û piştî ku dagîrkeriya tirkiyê dîsa weke fermanên berê hemû cih, war û zaretgehên Êzdiyan yên ku bi hezarê salan hatibûn parast in bi armanca tunekirinê dane ber top û tangan, dîsa jî Êzdiyên Efrînê roja înê 14.12.2018 cejna rojiya Êzî yê pîroz bi serdana gorên Şehîdan li kantona Şehbayê li penabertiyê û bi danîna gulan li ser gorên şehîdên xwe yên ji bona jiyaneke azad şehîd bûne, pîroz kirin û hêviya aştî aramiyê xwastin.
Silêman Cafer berpirsê riveberiya xweser gotina xwe wisa anî ziman: „gelek fermanên tunekirinê bi dirêjayîya dîrokê li ser Êzdiyan hatin birîn, da Êzdiyan ji kultûr û kevneşopiya wê dûr bixin û ev siyaseta tunekirinê heta îro jî berdewam e, hovîtî û êrîşkirina dagîrkeriya tirkiyê li ser herêma Efrînê û armancikirina zaretgeh û cihên olî yên Êzdiyan, herwiha daçespandina siyaseta geflêxwerinê da Êzdî ola xwe biguhêrin û newêribin rêûresmên xwe yên olî eşkere birêve bibin nimûneya herî xuya ye ku çawa dagîrkeriya tirkiyê siyaseta Cînosaydê û tunekirinê birêve dibe.
Navborî wisa berdewam kir: tevî hemû zor û zehmetiyan em ê rêûresmên xwe yên olî birêve bibin û ez hemû Êzdiyên cîhanê bi boneya Cejna Rojiyê pîroz dikim û hêvîdar im ku ev cejin bibe egera aştiyê û aramiyê bo hemû sûriyê.
Piştî dagîrkirina kantona Efrînê yê Rojava ji aliyê milîsên îslamî û dagîrkeriya tirkiyê ve, gund û zaretgehên Êzdiyan bi awayekî armanckirî tên wêran kirin. Gelek zaretgeh hatin rûxandin û gefa kuştinê li Êzdiyan dikin tenê ji ber ku ew Êzdî ne. Her wisa milîsên îslamî zorê li Êzdiyan dikin da ola xwe biguhêrin, lewra bi hezaran Êzdî ji tirsa kuştinê nikarin vegerin gundên xwe, piştî ku gelek ji wan ji aliyê milîsên îslamî ve hatin kuştinê.
Di 24ê adara derbastbûyî de, hemwelatiyê bi navê Evdo Hemo Fûwad Nasir û Fûwad Hiso Ebdo Nasir ji gundê Qîbarê şehîd bûn di encama teqîna pombeyekê ku milîsên îslamî (artêşa azad) yên dagîrkeriya tirkiyê avêtibûn mala wan û piştî bixakspartina wan şehîdan, milîsên îslamî (artêşa azad) yên dagîrkeriya tirkiyê di 01.04.2018 bi sar mala hemwelatî Hiso Nasir bavê şehîd Fûwad Hiso Nasir de hatin û hemwelatiyê navborî girtin, herwisa îşkence û lêdan lê kirin û ew bi zorê dayîna peran ji destê milîsên îslamî (elcêş elhur) yên dagîrkeriya tirkiyê piştî demekê dirêj ji binçavkirinê rizgar bû.
Bi heman şêweyî hemwelatiyê bi navê Omer Memo Şemo ku ew jî Êzdî ye û ji xelkê gundê Qîbarê ye, bi awayekî hovane bi destê milîsên îslamî (ekcêş elhur) yên dagîrkeriya tirkiyê hate kuştin û şehîd bû.
Her wisa di 16ê tîrmehê(july) de navenda Efrîn ya ragihandinê bi bîr xist, ku milîsên îslamî (ehfad elresûl) yên dagîrkeriya tirkiyê mala hemwelatî „Henan Nasiro 60 salî/êzdî“ ji xelkê gundê Basofanê, ji xwe re kirin Mizgeft(camî) û her roj banga azanê lê dikin, piştî ku hemwelatiyê navborî û gundî ji tirsa kuştinê ji gund bar kirin.
Navenda belgekirina destdirêjîkirnê yê bakurê sûriyê raporek di 8ê tebaxê(october) de belav kir û tê de destdirêjîkirina ku li ser Êzîdiyên Efrînê piştî dagîrkirinê hatiya kirin xuya kiriye, weke ku çawa milîsên îslamî (elcêş elhur) yên dagîrkeriya tirkiyê bi darê zorê û geflêxwerina(tehdîd) kuştinê hewla îslamkirina Êzîdiyan dikin û herdem wan dikine armanc û çûyîna mizgeftê weke erkekê li ser wan diçespînin (îcbarkirin) da Êzîdiyên ku hîn li Efrînê mane bidin koçkirin. Her wisa navendê dupat kir ku milîsên îslamî (feyleq elşam) yên dagîrkeriya tirkiyê zarokên gundê Basofanê yên ku hîn li wir mane bi darê zorê wan dibine mizegeftê û fêrî rêûresmên îslamî dikin, wate hewla îslamkirina Êzîdiyan dikin.
Bêhtirî wê yekê bi sedan Êzîdî hatin revandin û zaretgehên wan hatin wêran kirin bo nimûne zaretgeha şêx Elî li gundê Basofanê, zaretgeha şêx xerîb li gundê Sînka yê naveçeya Şera, zaretgeha Adî li gundê Qîbarê, zaretgehên li Qestelê Cindo weke zaretgeha Parse Xatûn û şêx Hemîd herwisa navenda yekîtiya rewşenbîrî ya Êzîdiyan li navenda Efrînê û Quba Lalişê hemû hatin rûxandin û wêrankirin.
Heta şûnwarên dîrokî jî ji bombebarankirina firokeyên cengî yên dagîrkeriya tirkiyê û ji diziya milîsên wê yên îslamî rizgar nebûn, perestgeha Endarê yê ku vedigere 1300 B.Z û yê li cîhanê yekemîn e bû armanca top û fûzan.