Sivîlekî Kurd şehîd bû û 12 milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê birîndar û hatin kuştin.

AFRINPOST
Roja înê Navenda Efrîn ya raghihandinê piştrast kir, ku sivîlê bi navê „Zekî Dalî“ yê 38 salî ji hemwelatiyê gundê „Hec Xelîl“ ê girêdayî navçeya „Reco“ di encama teqîna Motorpiskilêteke pombebarkirî de li pêş dukana wî ya li ser riya Raco nêzî nanpêjxaneya(firne) Ebû îmad li navenda Efrînê, şehîd bû.
Di heman teqîna ku di şeva pêncşemê encam dayî de 12 milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê û niştedagîr(mistwetên) hatin kuştin û birîndar bûne, li gorî nûçeyên bidestxistî 3 ji milîsên îslamî û niştedagîran(mistewtên) kuştî û 9 jî birîndar in ji wan jî birîndarên giran hene.
Ev teqîn di demekê de ye, ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê ragihandibûn ku wan rewşa ewlekarî bihêz û kontrol kiriye.
Belam diyardeya teqînê li herêmên di bin kontrola dagîrkeriya tirkan û milîsên wê yên îslamî de her diçe bêhtir dibe û piraniya wan teqînan jî derencamê nelihekirina milîsên îslamî yê dagîrkeriya tirkiyê ne.
Her wisa YPG jî roja pêncşemê 13ê berfanbarê(çiriya pêşîn) ragihandibû, ku hêzên wan di operasiyoneke taybet de 5 leşkerên dagîrkeriya tirkiyê li gundê „Kîmarê“ yê girêdayî navçeya „Şêrewa“ kuştine.
Lê Nevenda ragihandinê Anadol yê dagîrkeriya tirkiyê ragihandina xwe de dibêje ku leşkerekî dagîrkeriya tirkiyê li gundê „Cilbirîn“ ê nêzî „Til rifatê“ hatiye kuştin.

Related posts