AFRINPOST
YPG 12 çekdarên îslamî di çend rojan de û li dawiyê jî berpirsiyarek bi fûza germayî(herarî) kuşt.
Rewangeha mafê mirvan ê sûrî, roja duşemê got ku berpirsiyarê milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê digel çekdarekî din li gundê Basilê yê gundewarê Efrînê bi mûşekekê hatine kuştin, herwisa du kesên din jî birîndar bûne.
Rewangehê da xuya kirin, ku ev operasiyon berdewamiya zincîreke operasiyonên YPG û yekîneyên hevkarê wê li herêma Efrînê dijî milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê ye.
Ev armanckirin(operasiyon)a ha piştî 24 Katjimêr(seat) di ser teqîna li Cindirêsê rûdayî de derbas bûyî ye, heman çavkaniyê diyar kiriye, ku jêderêrên cuda hevgot in(gotinên wan hev digirin), ku encama teqîna bi tirimbêlê li pêş milîsnişîngeha(meqer) milîsên îslamî (hereket ehrar elşam) bi kêmanî 7 çekdar birîn bûne û 2 jî hatine kuştin.
Wisa tê pejirandin ku di derencama pevçûneke çekdarî de di navber hêzerazber(xelaya nayîmê)ên YPG û milîsê îslamî yên dagîkeriya tirkiyê de li Dêr Mişmişê, 2 çekdarên îslamî hatin kuştin.
Roja şemiya derbasbûyî, giropeke YPG li navçeya Bilbilê hêriş bire ser xaline milîsên îslamî yên li gundê Heyama. piştî derketina şerekê, giropa YPG vekişî ye û kuştî di nav milîsên îslamî de çê bûn.
Herwiha ev operasiyên leşkerî yên rû didin piştî aramiyeke giştî li hemû çeperan, weke operasiyênên nepêşbînkirî( jixafinda) têne binavkirin, YPG jî ewan operasiyonan li xwe digire.
Di heman demê de, ku operasiyonên bi vî rengî pir bûne, rejîma sûriyê jî hêzên xwe li hin gundên navçeya şerewa bêhtir dike, ew gundên ku di bin desthilatdariyeke hevpar de ne. Piştî dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê milîsên îsalmî û dewleta tirk ve, hêzên rejîmê jî li hin gundên şêrewa li gel QSD belav bûn, tevî ku heman gund bi giştî pêş dagîrkirina herêm Efrînê di bin desthilatdariya QSD de bûn.
Ev operasiyon di heman demê de ye, ku konfiransa navnetewî li Rojava/bakur û rojhilatê sûriyê tê lidarxistin bo ronîkirin û xuyakirina destdirêjiyên milîsên îslamî û dagîrkeriya tirkiyê li herêma Efrînê.
Bo bîrxistinê ev Konfiransa navdewletî ji aliyê navenda Rojava ya lêkolînên stratejîk ve hatiye saz kirin.