AFRINPOST
Milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê li ser dizîna serûsaman(malûmilk)ên Efrîniyan berdewam in, tevî ku dagîrkeriya tirkiyê ragihandina operasiyona dijî „gendelî û xirabkaran“ kiriye.
Hin jêderên xwemalî(herêmî) dane zanîn, ku rêbendên(Hacêz) ewlehiyê yên milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê pereyan bi darê zorê ji xelkê distînin, da xelk bikaribe tenkeyên zêtê ji navçe û gundewaran veguhêzin Efrînê, serî her tenekeyekê 5 hezar lêreyên sûrî ji xelkê distînin, ew jî sedî 30 ji buhayê tenekeyê dike.
Heman çavkaniyê dupat kir, ku rêbendên ewlehiyê yên milîsên îslamî (silêman şah) yên dagîrkeriya tirkiyê bi berpirsiyariya „ mihemed elcasêm/ebû emşê“ yên ku li dergeha başûrê navçeya şiyê dimînin, 1500 lêreyan serî her tenekeyekê ji xelkê distînin bo veguhestina zêtê bo navçeya Cindirêsê û ji Cindirêsê heya bi Efrînê jî 7 rêbendên din ê milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê hene, her yek ji wan jî 500 lêreyan distîne, di encamê de divê herkes serî her tenekeyekê 5 hezar lêreyan bide ji bilî buhayê veguhestinê bi tirimbêlê, tevî ku buhayê tenekeyekê tenê 16 hezar lêreyê sûrî ne.
Çavkaniyekê din ji me re xuya kir, ku milîsên îslamî (silêman şah/emşat) yên dagîrkeriya tirkiyê, pereyên rêpêdana çotajotinê û herwisa yê rêpêdana darvedanê (kesaxî) li şiyê û gundewarên wê bi darê zorê ji xelkê distînin.
Di berdewamiya zincîreya destdirêjîkirinê de çalakvanê herêmî(xwemalî) da zanîn, ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê bi ser mala kesê bi navê „ Ezîz cemal/ ebû fihmî“ li gundê kokana jorîn ê navçeya Mabeta di bin geflêxwerina çekî (tehdîda bi sîlehê) de girtin û 49 tenekeyên zêta zêtûnan ji malê birin.
Di heman rewşê de xelkê gundê Kurzêlê-çiya yê girêdayî navçeya Bilbilê di bin geflêxwerina(tehdîd) kuştinê ji aliyê milîsên îslamî (lîwa elmihtesêm) ê dagîrkeriya tirkiyê bi berpirsiyariya kesekî xwînmij û nijadperest bi navê „cido“ zêtûnên xelkê li pêş çavên wan diçinin.
Heman çavkaniyê ji me re ragihand, ku nijadperestê bi navê „cido“ Niştedagîrên(Mistewtinîn) gundê „Zarê“yê girêdayî navçeya Bilbilê yên ji şamê û himisê hatine, birin nav hêrên zêtûnan yên nêzî bîra gundê kurzêlê-çiyê û derdora 700 darê zêtûnan çinîn, tevî ku xwedanên wan daran li wir in jî.