Li Nebî Horî pezên Niştedagîran li nav zeviyê Kurdan diçêrin

AFRINPOST- Taybet

Niştedagîrên Ereb ên digel milîsên îslamî (opozîsiyona Sûrî) yên dagîrkeriya Tirkiyê hatinî Efrînê/Rojava, ne rêzgirtin û ne jî ji kesî ditirsin hema binpêkirinan li dijî Efrîniyan bi piştgiriya milîsan dikin.

Di vê çarçovê de nûçegihanê AFRINPOSTê ji navçeya Şera ragihand ku Niştedagîrên li devera Nebî Horî dimînin, bi mebest û qest pezên xwe berdidin nav milkên Efrîniyan û binpêkirinan dikin.

Hêjayî gotinê ye ku Niştedagîran bi deh hezaran keriyên pezan bi xwe re anîne (tê pêşbînkirin ku pirê wan keriyan ji Efrîniyan dizîbin) û bê serûber berdidin nav Ziviyên zêtûnan, genim û Baxçeyên Kurdan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dagîrkeriya Tirkiyê bi destê milîs û Niştedagîran ji roja ku herêma Efrînê dagîrkiriye ve, dest bi dizîna şûnwar, mûsimên Erfrîniyan û wêrankirinê kirine û herwisa Guhertina Dêmografîk jî li ber çavên herkesî bi rengekî plankirî birêve tê birin.

Related posts