AFRINPOST- Taybet
Rêjîma Sûrî li herêmên di bin kontrola wê de dest bi kişandina xortan bo leşkeriya neçar û ihtiyatê kiriye.
Nûçegihanê AFRINPOSTê ji taxa Eşrefiyê ya Helbê ragihand ku polîsên Rêjîma Sûrî gelek xalên kontrolê li koalana El-Debîd û li pêş Bazarê (sûkê) ya li çerxeriya diwem û mizgefta Selah El-Dîn çê kirine.
Li gorî zanyariyan ku Rêjîmê dest bi girtina xelkê yên heya bi 40 salî kiriye û wan dibin bo leşkeriya Neçar, herwisa Tixtoran jî yên heya bi 45 salî digirin, weke tê zanîn jî ku li taxa Siryan hinek Xortên Kurd jî girtine.
Ev hemleya girtinê û kişandina bo Leşkeriya Neçar ya Rêjîma Sûrî bûye rêgir ku xortên Penaber ên Efrînê li Herêma Şehbayê û yên gundên Şêrewa newribin herin bajarê Helebê tevî ku derfetên kar jî li wan cihan tune ne û penaber bi giştî li ser alîkariya merivên xwe yên li Awrupa û alîkariyên Rêveberiya Xweser dijîn.
Herwisa heman hemleya Rêjîmê bûye asteg ku xortên Kurd nikarin ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê, yê ku di bin kontrola YPGê de ye, derkevin. Çonke Rêjîm dê wan li derveyî taxê bigire.
Di 27ê çile de nûçegihanê AFRINPOSTê got ku piştî ku gelek Kurd vegerîne taxa Eşrefiyê ya Helebê Rêjîma Sûrî dest bi serjimêriya xaniyan û xelkê kiriye.
Weke tê zanîn ku gelê Kurd di dirêjayîya şerê navxweyî ya Sûriyê de xortên xwe naşandin Leşkeriya Neçar, ji ber wê jî Rêjîmê navê bi deh hezaran xortên Kurd li ba xwe tomar kiriye, û piştî dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê dagîrkeriya Tirkiyê û milîslên wê yên îslamî ve, xelk mecbûr bû bireve Helebê, lê belê Rêjîma Sûrî jî ev weke derfetekê dît ku wan Xortan bigire û bibe Leşkeriya Neçar.