AFRINPOST-Taybet
Niştedagîrên ku dagirkeriya Tirkî bi armana guhertina demografiya herêma Efrîna dagirkirî bi cî kirine, desteserkirina mal û milkên şêniyên koçber tevî giliyan jî, dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku niştedagîrekî ji bajarê Doma yê gundewarê Efrînê, ji bêtirî 3 salan ve mala şêniyê Kurd Ehmed Xelîl desteser kiriye. Tevî ku şênî Ehmed giliyê wî li ba milîsên “polîsên sivîl” û ya bi navê “komîteya vegerandina mafan” kiriye, lê belê razî nabe ji mala wî derkeve û guh nade daxwaza wî.
Şênî Xelîl ji gundê Xelîlaka yê navçeya Bilbilê ye. Mala wî li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê di qata 3`emîn a avaniyekê de dikeve.
Di heman çarçoveyê de, milîsên “Cebha El-Şamiyê” yên dagirkeriya Tirkî erdek li dorhêla sûka Çarşemê”bazara Efrînê” desteser kir. Erdê desteserkirî yê malbata Osman Axa ye. Milîsan li dorhêla erd çeperên axî çêkirine û rûpîvana wî jî 400 M2. Tiştê balkêş ku tevî lawên malbatê li Efrînê ne, milîsan destên xwe danîne ser erd û ji xwe re bi kar tînin.
Rêjeya milkên taybet ên ku çekdar û niştedagîran desteser kirine wek mal, xanîberî, zeviyên darên berhemdar, erdên çandiniyê digihêje derdora 60%. Bihaneya desteserkirinê jî, ew e ku “xenîmeyên şer” in ku ji mafê wan e ji xwe re bibin.