Yê bi nav “Ebû Cendel” li Efrînê êrîşî jineke Kurd dike… Nesir El-Herîrî jî qala rola jinan dike

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku çekdarên milîsên “Feyleq El-Şam” ên Ixwanî ku “Ebû Cendel” sermilîsê wan e, bi çov li gundê Gewanda êrîşî jineke Kurd û hevserê wê kir û gotinên xerab jê re gotin ku di encamê de destê jinê şikest û hevserê wê jî kete nava nivînan.

Hûrgiliyên bûyerê …. 3 çekdarên milîsên “Feyleq El-Şam 19`ê Gulanê 2021 , ji ber ku daxwaz ji şivanekî kirin ku ji nava rezê wan dekevin, êrîşî jina Kurd bi navê Lemya “dayîka Dilşad” ji şêniyên gundê Heftaro û hevserê wê Şerîf Hemîd Qenber (50 salî), dema ku li gundê Gewanda yê Raco berhema xwe ya rez diçînîn, kir.

Çavkaniyan destnîşan kir ku ev ne cara yekê ku çekdar êrîşî malbata Qenber dikin. Ew malbat bi şêweyekî dubare rastî êrîş û lêdanê ji aliyê çekdaran tê.

Hemwextî bûyera êrîşê, serokê Itîlafa Sûrî “Nesir Herîrî” li bajarê Efrînê di çarçoveya hevdîtina duyemîn a jinê, forumek li dar xist.

Nesir El-Herîrî li ser hesabê xwe yê tiwîterê belav kir ku wî di forumê de qaşo li ser rola jinan di şoreşê li asta siyasî û rêveberî de û rola wê di şoreşê de gotûbêj kir. Lê belê berevajî li Efrînê diqewime ku jin rojane bi astengî, binçavkirin û zewaca zorê û destdirêjiyê re tên.

Related posts