2 çekdarên “El-Şerqiyê” berî ku biçin Azerbeycanê malên desteserkirî difiroşin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku 2 çekdarên milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” yê dagirkeriyê û Ixwan Mislimîn, berî ku biçin Azerbeycanê 2 malên welatiyên Kurd firotin.

Nûçegihan diyar kir ku çekdarek ji koma “Ebû Ezim El-Şerqiyê” ku ji eşîreya “El-Mewalî” ye, mala welatiyê Kurd Heyder Berekat li nêzî depoyê avê li taxa Eşrefiyê bi 500$ Amerîkî firot niştedagîrekî bi navê Mihemed Xêr ê ji gundewarê Helebê û bi ser milîsên “Ehrar El-Şam” ve ye.

Her wiha niştedagîr bi xwe malek li kêleka depoyê avê li Eşrefiyê ji çekdarekî girêdayî koma “Ebû Ezim Şerqiyê” bi 700$ Amerîkî kirî. Mala ku kiriye ya welatiyê Kurd “Ebû Bangîn” e û ew ji şêniyên gundê Çeqela Ortê(navîn) ye.

Related posts