Zeytûnên 2200 dar li gundê Şêxûtka hatin dizîn û komeke ji 100 niştedagîrî zeviyên gundên Bilbilê talan dikin

AFRINPOST-Taybet

Çekdarên milîsên “Ceyş El-Nuxbe” berhema 2200 darên zeytûnê yên şêniyên Kurd li gundê Şêxûtka berî ku zeytûnên wan bigihên(bibin) dizîn. Her wiha sermilîsekî 100 niştedagîr bi dizîna zeytûnên gundên Bilbilê erkdar kirin.

Nûçegihanê Afrinpostê di vê derbarê ragihand ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îsalmî diziya berhemên zeytûnan ên şêniyên Kurd li Efrîna dagirkirî dewam dikin û wiha dewam kir;

Di vê çarçoveyê de berhema zeytûnan ên gelek zeviyên gundên navçeya Mabeta hatin dizîn.

Nûçegihan destnîşan kir ku çekdarên milîsên “Ceyş El-Nuxbe” berhema 600 darên zeytûnê yên şênî Arif Seydo û 400 darên din ên zeviyekî din ê şêniyên Kurd bi navê Xelîl Seydo talan kirin. Her sê şêniyên ku zeviyên wan ên zeytûnan hatine talankirin birayên hev in û ji şêniyên gundê Şêxûtka yê navçeya Mabeta ne û wiha dewam kir; hêjî çekdar mewsiman diçinin û talan dikin û jê têr nebûne.

Nûçegihan da zanîn ku hêjî zeytûn nebûne, lê dîsa jî niştedagîr û çekdar didizin, lê zêde nahêlin ku xwediyên zeviyan biçin nava darên xwe yên zeytûnan.

Di hema çarçoveyê de sermilîsê “Siqûr El-Şemal” 100 niştedagîrên mêr û jin bi diziya mewsima zeytûnan li gundê Qizilbaşa, Bîlê û Kotana yên navçeya Bilbilê erkdar kirin.

Tê zanîn ku çekdarên milîsan bacên mezin li ser şêniyên ku zeytûnên xwe diçinin, disepînin. Çekdar belgeyên xwedîtiya erd ji xwe re kirine bihane û şêniyan ji erzaqên wan bêpar dihêlin.

Related posts