Bi dîmen: Hêzên Rizgariya Efrînê hûrbîniyên operasyona Xezawiyê aşkere dike … Enqere bêdeng e

AFRINPOST-Taybet

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) hûrbîniyên operasyona ku li dijî 2 baregehên leşkerî yên dagirkeriya Tirkî li derbasgeha Xezawiyê ku roja Duşemê 14’ê Îlona 2020’an pêk anî bi daxuyaniyekê û dîmen parve kir.

Tevî derbasbûna 3 rojan di ser operasyonê re heta niha Enqere bêdeng e.

Hêzên Rizgariya Efrînê teqez kirin ku di encama operasyonê de 8 xalên çavdêriyê yên Tirkî hatin rûxandin û 7 leşkerên Tirk hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn lê zêde tankek û du maşîneyên BMB 2 jî xera bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê destnîşan kirin ku dagirkeriya Tirkî 2 helîkopter û ambulans ji bo rakirina kuştî û birîndaran anîn cihê operasyonê.

HRF diyar kir ku operasyon di çarçoveya tolhildana li hemberî binpêkirin û sûcên ku rojane çekdar û dagirkeriya Tirkî derheqê Kurdan li Efrînê dike de tên.

Her wiha li kêleka daxuyaniyê dîmenên operasyonê jî bi raya giştî re parve kirin. Di dîmenan de xuya dibe ku çawa artêşa Tirk û çeteyên xwe ve li hemberî derbên HRF direvin, tên nîşandan.

Derbarê operasyonê de desthilatên dagirkeriyê heta niha ti daxuyaniyên fermî nedane.

Tê zanîn ku hêzên dagirkeriyê piştî operasyonê navçeya Şêrawayê topbaran kir ku di encama topbaranê de welatiyên bi van navan birîndar bûn; Xelîl Ehmed Nasiro(37salî), Elî Xelîl Nasiro(42 salî) li gundê Birc Qasê birîndar bûn û zirarên madî jî gihîştin mal û milkên welatiyan.

Related posts