Dagirkeriya Tirkî bi angaşta mondiyala Qeterê berê çekdarên Ixwanî dide deverên şer

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî li herêma Efrîna dagirkirî bi bihaneya birêxistinkirina mondiyala kûpa cîhanê 2020 li Qeterê çekdaran dixapîne  û ji bo birêkirina çekdarên Sûrî jî nivîsgeh vekirine.

Di vê derbarê de çavkaniyekê ji Afrinpostê re ragihand ku Tirkiyê çekdaran bi vî rengî dixapîne û wê wan bibe dewleteke din.

Çavkaniyeke taybet ji nûçegihanê Afrinpostê re cihên nivîsgehên ku dagirkeriyê ji bo birêkirina çekdaran qaşo ji bo alîkariya birêxistinkirina mondiyalê destnîşan kir û ew jî wiha ne;

Li Kefercenê, bajarokê Bilbilê û li navçeya Cindirêsê li vîla kesekî bi navê Necîb li gundê Axcelê.

Çavkaniyê got ku çekdarekî ji gundewarê Helebê yê rojava bi nasnav Ebû Sêfo navê xwe li van nivîsgehan tomar kiriye û wiha dewam kir;

“Tirsa min ew di meseleya birêxistinkirina mondiyalê bi me dikenin û dixwazin me bibin Lîbya.”

Nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku çavkaniyê da zanîn ku Tirkiyê wê çekdaran bibe şerê Lîbya. Ji ber ku hinek çekdar naxwazin biçin Lîbya, dagirkerî dixwaze wiha çekdaran derbasî şerê Lîbya bike.

Her wiha çavkaniyê ji devê çekdar ragihand ku Tirkiyê daxwaz ji çekdarên xwedî laşên mezin û xurt kirine ku ew ê li Qeterê bi kêleka berpirsyarên Qeterî bikevin ango wê wan biparêzin.

Related posts