AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” ên adgirkerya Tirkî û Ixwan Mislimîn deverên bedew û geştewarî yên herêmê desteser dikin.
Deverên li aliyên gundê Stêr ê bi ser Efrînê ve cihekî pir xweş e.
Di rojên betlaneyê de xelk diçin wir û betlaneya xwe li wir diqedînin.
Li vê dawiya milîsên Firqeya Sultan Mûrad dest danî ser wî cihî û ji xwe re weke navgîneke bidestxistina pereyan dixebitînin.
Berî ku Efrîn were dagirkirina şêniyên Efrînê ji xwe re diçûnê û ew devere wek devereke geştewarî tê dîtin.
Nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku niha niştedagîr diçin wir û ji ber germbûna zêde niştedagîr bi hejmareke mezin diçin deverên li ber çêmê gundê Stêr û wiha dewam kir;
Çekdarên milîsên Islamî 3000 lîreyên Sûrî ji kesên ku li bin darên wê rûdinin didin û 800 lîre ji bo danîna motorsikletan distînin.
Sepandina bacan li zora hemû niştecihên Efrînê hem Kurd û heta niştedagîr jî çû û gotina: “Tenê ba maye ku bacê li ser bisepînin” li ser zimanên wan e.
Nûçegihanê Afrinpostê 18’ê Tebaxê ragihandibû ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê her tişt li Efrînê ji xwe re rewa kirine ango her tiştî yê xwe dibînin û li ser wê bingehê bacan disepînin û nêzîkî Kurd û niştedagîran dibin.
Wê demê nûçegihan destnîşan kir ku milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” beramberî rûniştina li bin siya daran 3000 lîreyên Sûrî ji welatiyan distînin û yê ku nede jî ji wir diqewitînin.