2 şêniyên Kurd ji ber topbarana dagirkeriyê li ser gundên Şêrawayê birîndar bûn

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku êvara Şemiyê dagirkeriya Tirkî gund Birc Qasê û yên derdora wî topbaran topbaran kir.

Di encama topbaranê de 2 şêniyên Kurd birîndar bûn.

Nûçegihan diyar kir ku ji ber topbaranê şêniyê Kurd bi bavê Xelîl Ehmed Nasiro(37 salî) û Elî Xalîl Nasiro (42 salî) ji şêniyên gundê Birc Qasê birîndar bûn.

Her wiha dagirkeriyê gundê Aqîbê, Meyasê, Soxanekê, Ziyaretê, Dêr Cemal jî topbaran kirin.

Related posts