AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê ji çavkaniyên li nava milîsên dagirkeriya Tirkî ragihand ku milîsên “Firqeya El-Hemze” 26 kesên revandî(jin û mêr) ji zîndana milîsên “polîsên leşkerî” veguhestin zîndana navenda xwe ya li bajarokê Basûtê û radestî sermilîsê wan ê bi navê “Abdullah Helawe” kirin.
Nûçegihan destnîşan kir ku ji ber piraniya berpirsên milîsên “polîsên leşkerî” yên li dibistana bazirganiyê ya navenda Efrînê, ji milîsên “Firqeya El-Hemze” ne ku navên wan jî wiha ne; Ebû Ereb Hemzat, Ebû Diya Hemzat, Ebû El-Foz Hemzat, Ebû Hisên Hemzat û Ebû Nadir Hemzat, prosesa radestkirinê gelekî bi hêsanî pêk hat.
Nûçegihan teqez kir ku di nav de Heyfa El-Casim ji pêkhateya Ereb e, 10 jin ji gundê Bablîtê yê navçeya Cindirêsê di nava revandiyên ku milîsan birin zîndana bajarokê Basûtê hebûn, her wiha jina Kurd a bi navê Valantîna Arselan Mistefa ji gundê Derwîş ê navçeya Şera derbasî zîndana Maratê ya milîsên “polîsên leşkerî” kir.
Nûçegihan diyar kir ku jin û mêrên revandî ji gundê Cûqê, Bablîtê, Kîmar, Dargir û Dumilya ne û wiha dewam kir; 7 ji revandiyan karîn ji zîndana navenda Asayîşê ya berê birevin lê belê milîsên dagirkeriyê yek ji wan bi navê Selah El-Dîn El-Safî ji şêniyên bajarê Helebê ye girt û vegerand.
Girêdayî wê nûçegihanê Afrinpostê agahdar bû ku rûspiyên eşîreya “El-Êmîrat” di nava hewldanan de ye ku milîs hemşîreya bi navê Heyfa El-Casim berdin.
Milîsên “Ceyş El-Îslam” niha li Efrînê navenda asayîşê ya berê kontrol dikin û ji xwe re kiriye navend. Ji ber nakokiya di navbera her du aliyan de diviya bû ku radestî polîsên leşkerî bikira.
Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê ji aliyê xwe ve jî navên kesên revandî yên li navenda milîsên “El-Hemze” bi dîroka 6’ê Îlona 2018’an ragihand û navên wan jî wiha ne;
– Mihemed Menla Mihemed 44 salî
– Ebid El-Menan Menla 65 salî
– Tahir Menla Mihemed 23 salî
– Rûken Menla Mihemed 27 salî
– Kawa Cemal Umer(hevjînê Rûken) 25 salî
– Cîhad Dawûd 44 salî
– Hisên Emîn 41 salî
– Arif Şêx Hemo 21 salî
– Mihemed Şêx Hemo 22 salî
– Besam Ehmed 34 salî
– Luqman Mihemed 25 salî ji şêniyên gundê Tilsilûrê yê navçeya Cindirêsê ye û ji Sibata 2018’an ve revandî ye.
– Semîr Emîn Nasan ji gundê Raca
– Mihemed Emîn Nasan birayê Semîr ji gundê Raca yê Raco
– Mihemed Ebdo ji gundê Kurka Jêrîn
– Newroz Enwer Bekir ji Raco
– Rûken Menla Mihemed 27 salî ji gundê Cûqê
– Rûşîn ji gundê Dargirê yê Mabeta
– Dayîkeke 2 zarokan ku navê wê nas nebûye û zarokekeî wê li navendê ji dayîk bû
– Ferîde ku hêjî paşnav û navê gundê wê nas nebûye
– Nazliyê ji navenda Cindirêsê
– Melek Nebîh Cuma ji gundê Îska yê Cindirêsê
– Arîn Dalî Hisên 20 salî ji gundê Kîmarê yê Şêrawayê
-Selah El-Dîn Safî ji bajarê Helebê
– Heyfa El-Casim