AFRINPOST-Taybet
Li herêma Efrînê ya dagirkirî , ji ber nakokiyên wan ên herêmkî û dijberiya li ser serweriyê her çend rojan, pevçûnên çekdarî ji ber sedemên ne exlaqî di navbera milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn de derdikevin.
Lê zêde hinek sedemên din jî li yên berê zêde bûn ku ew jî neçarkirina çekdarên niştedagîr tevlî şerê Lîbya bibin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Cindirêsê ragihand ku milîsên “Semerqend” gef li niştedagîran xwar ku eger çekdarên xwe neşînin şerê Lîbya dê werin qewitandin.
Nûçegihan destnîşan kir ku gundê Remedana, yên Idlibî û Xûtanî 120 malên koçberên Efrînê beramberî tenê 4 malbatên resen ên gund, dagir kirine û teqez kir ku milîsan çend malbatên niştedagîr ji ber heman sedeman ji gund qewitandin.
Girêdayî wê Afrinpost ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku milîsên “El-Weqas” di meha Remezanê de destûr nedabû ku şêniyên gundê Hêkiçê yê Cindirêsê û gundê Meraniyê yê Şiyê biçin gel xizmên xwe li gundê dîtir ên navçeyê û wiha dewam kir; sermilîsê bi navê Ebo Ebdo “El-Şiwa” niştedagîrên li kampên gund, ji ber ku beramberî erdê ku lê kon vegirtine, nedan ji dora gund qewitandin.