Karên kolan û xerakirinê yên nû li girekî şûnwarî di navbera gundê Qurtqulaq û Qestela Kîşk hatin kirin

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn di karên kolan û lêgerîna li şûnwarên dîrokî de bi armanca diziya wan û qezenckirina pereyan berdewam dikin. Milîs di bin serpereştiya istixbarata Tirkî de û bi armanca wendakirina nasnameya çandî û şaristanî ya herêmê, parçeyên  dîrokî ji cihên şûnwarî yên Efrînê derdixin û derbasî Tirkiyê dikin.

Di vê çarçoveyê de Afrinpost hat agahdarkirin ku koma bi navê “Ebû Şeqra” ya milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” ji çend rojan ve karê kolan û rastkirina girê şûnwarî yekî biçûk li herêma di navbera gundê Qurtqulaqê û Qestela Kîşk yên girêdayî navçeya Şera.

Çavkaniyê teqez kir ku karên kolanê bi rêya maşîneyên mezin û giran wek Treks û Bagîreyê pêk tê.

Di van demên dawîn de li ser rûpelên Facebookê, şûnwarên dizî û lêgerîna nerewa ya şûnwaran ku çekdar hewl didin cihên dîrokî û şûnwarî bi bîr nexin, tên belavkirin.

Rûpela ku karên kolan û lêgerînê ya çekdaran diweşîne, bi navê Kinûz û Defaên El-Madî ya Sultan Ehmed e. Ev rûpel propagandaya hişmendiya osmanî bi rêya lêgerîna li nîşaneyên Osmaniyan dike. Kesên ku li ser rûpelê dixebitin û komên peywendîdarê wê yên veşartî bi şêweyekî dorveger wêneyên herêmên ku bi armanca lêgerîna li şûnwaran tên xerakirin, belav dike.

Related posts