Afrinpost-Taybet
Şandina çekdarên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî ” ji herêma Efrîna dagirkirî bi rêya Tirkiyê bo Lîbya da ku tevlî şerê li gel hikûmeta Wîfaqê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî bibin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Mabeta ragihand ku milîsên “Sultan Silêman Şah” (El-Emşat), hemû çekdarên xwe ji gundê Kaxirê yê navçeyê bi armanca şandina wan bo Lîbya kişandin ku dosya ewlehiyê ya gund radestî 5 çekdarên milîsên “Semerqend” ên di malên koçberên Efrînê de dimînin, kirin.
Ev yek hemwextî zehmetiya yê bi navê “Mihemed El-Casim” (Ebû Emşe) a zehmetkirina şandina çekdaran bo Lîbya, tê.