“Zêniş” bi navûdengtirîn Penêrvana navçeya Bilbilê koça dawî kir.

AFRINPOST/Taybet

Ji giraniya êşa dûrketina xêzan (kur, keç, xwîşk û bira) û nasan, û dagîrkirina biyaniyan xaniyên dost û cînaran, giyana herduyan xatirê xwe ji jiyanê xwestin, pêşî Pîrejin “Zêniş” û piştre bi 24 katjimêran(saetan) malxweyê (mêr) wê yê kalemêr jî xatirê xwe xwast.

Tevî ku di bambebarana dagîrkeriya Tirkiyê ya li ser gundê “Şerqiya” li navçeya “Bilbilê” de birîndar ketibûn, lê dîsa jî dest ji axa bav û kalan bernedan û keriyê bizinên xwe li gund parastin ji destê diz û çeteyên dagîrkeran.

Kalemêr “Xelîl Ehmed Mistefa” û Pîrejina wî “Zêneb” şeva yekşemê di navbera 24 katjimêran de koça dawî kirin.

Cihê enî helmiştbûnê (şanazî) ye ku pîrejin “zêneb” a ku bi navê “Zêniş” dihat naskirin, ji binavtirîn Penêrsazên “Penênra Kurmancî” yên di navçeyê de bû.

Hêjayî gotinê ye ku berxwedana herdu Hevjînan (jin û mêr) û mandina wan a li gund li hemberî çete û milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê, yek ji bi hezaran çêrokên hezkirina Efrîniyan û mandina wan li ser axa bav û kalan li Efrîna dagîrkirî ye.

Ev çêrok nimûneyek ji hevgirtina Efrîniyan ne di dema hêrîşê de, ku li Efrînê bêhtirî Milyonek mirov kom bibûn, tevî ku bajar bi xwe ji 200 hezarî bêhtir nikare li xwe bigire, lê dilên Efrîniyan ên fireh, baştirîn cih bû bo hevparastina ji hêrişa dewleta Tirk a zordar û milîsên wê yên hov.

Related posts