AFRINPOST
Li gorî navgînên ragihandinê yê dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê yên îslamî ku fermangeha(dayîreya sicil el-medenî) sivîl ê qeydkirinê li herêma Efrînê/Rojava dest bikar dike.
Ji dema ku dagîrkeriya Tirkiyê Herêma Efrînê/Rojava dagîrkiriye de, bi destê milîsên xwe yî îslamî dest bi qewitandin û ji xakdûrxistina Efrîniyan kiriye û gelek Niştedagîrên Ereb ji herêmên cudacuda (Gendewarê şamê, Himis, Dêrazorê…) yê Sûriyê ku piraniya wan jî çete û malbatên wan in bi riya rêkeftina li gel Rûsiya, tîne li Efrîn û gundewarên wê bi mebesta Guhertina Dêmigrafîk bicih dike.
Li gorî nivîsgehekê ku girêdayî Niştedagîrên Dêrazêrê ye, ku derdora 1000 malbatên çeteyên milîsên îslamî (Ehrar El-şerqiyê û Artêşa El-şerqiyê) yên dagîrkeriya Tirkiyê hatine li Efrîn/Rojava bicih bûne. Hêjayî gotine ye ku ev girûpên navbore girûpine radîkal û Tundirew û şofînizm in, ku tenê karê dizîn û revandina Efrîniyan dikin.
Herwisa çalakvan dupat dikin ku ev fermangeha nifûsê yê dagîrkeriya Tirkiyê bi mebesta yasayîkirina Guhertina Dêmografîk e, ku Niştedagîran weke xelkê resen ê Efrînê dijmêre, da di pêşerojê de bi awayekî yasayî li Efrînê bimînin. Cihê giringiyê ye ku ev pilana dagîrkeriya Tirkiyê bi hevkariya rêjîma Sûriyê ye.
Herwiha li gorî evî fermangehê Jidayîkbûyên (Zarokên nû) Niştedagîrên Ereb weke xelkê resen ên Efrînê tên jimartin.