AFRINPOST
Bêjerê fermî yê YPGê „Nûrî Mehmûd“ ji akrana „RT“ re gotiye ku ti astengî li ba wan nîne da hevkariyê li gel Rejîma Sûriyê bikin bo ku herêmin di bin destê Dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê yên îslamî de rizgar bikin.
Herwisa ku ew amade ne piştî çareserkirineke siyasî hemû herêmin ku din bin destê milîsên îslamî û radîkalan de ye, bi hevkariya rejîmê rizgar bikin.
Nûrî Mehmûd anî ziman ku ew bi çi şêweyî ji herêmên di bin desthilatdariya wan de venakişên, belam ne dûr e ku bibin beşek ji Hêza Niştimanî ya Sûrî piştî lihevkirinekê ku cihê wan di Destûra Sûriyê de parastî be yan jî dê awayeke din were dîtin ku mafê wan li gorî cih, hêz û bandora wan parastî be.