Zincîra êşa Efrîniyan bê dawî ne, zarokekî 12 salî birîndar bû û Bizorjixakdûrxistiyek li „Şehbayê“ şehîd bû.

AFRINPOST
Roja şemiyê Navenda Efrîn ê ragihandinê pişt rastkir ku zarokek li gundê „Kefirsefrê“ di encama teqîna mayînekê li nava zeviyên zêtûnan de li geliyê „Nîzama“ yê nêzî gund, birîndar bû.
Di heman demê çalakvanan ragihandin ku Bizorjixakdûrxistiyê Efrînê hemwelatî „Cemîl Behrî Nebû Bekir“ yê li „Şehbayê“ koçber e bi agirê sobê bi giranî şewitî bû û pişt re rakiribûn nexweşxaneya zankoya Helebê, mixabin piştî mihekê ji êşkêşana şewatê şehîd bû û termê wî li „Til rifatê“ spartin axê.
Herwisa di meha Tebaxê de çotyarê bi navê „Xelîl Beşîr Mûrad“ li gundê „Kefirsefrê“ ku Tirektora wî di encama teqîna meyînekê de gelekî zirar dîtibû.
Hêjayî gotinê ye ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê siyaseta sizakirina komelî birêve dibin weke tolvedanekê ji Efrîniyan ji ber ku Efrîniyan berevaniya xaka xwe li hemberî hêrişa hovane ya îslamiyîyan (Ixwan el-misilmîn/birayên misilmanan) û dagîrkeriye tirkiyê kiribû.
Her wiha milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê mayînan di xaniyên gundiyan de diçînin, da çi kes nikaribe vegere xaniyê xwe, ev cure kiryar weke siyaseteke pilankirî bo ku Efrîniyan koçber bikin û guhertineke Dêmografî li Efrînê pêk bînin bi serpereştiya dagîrkeriya tirkiyê, birêve dibin.

Related posts