Piştî dizîna Zêtûnan êdî Edadên avê jî didizin

AFRINPOST- Taybet

Ji roja ku milîsên îslamî (Opozîsiyona Sûrî) û Tirkiyê Efrîn/Rojava dagîrkirine ve heya niha kiryarên dizîn, revandin, kuştin, îşkence û destdirêjîkirin bi dawî nebûne.

Hêjayî gotine ku roja dagîrkirina Efrînê weke „Roja Kuliyan“ hate binavkirin, ji ber piraniya kiryarên dizînê.

Piştî dizîna samanên (mal û milk) Efrîniyan ji fabrîqan heya bi biroşên xwerinê, niha jî dest bi dizîna Edadên Avê û stûnên karebê (birqê) kirine.

Di vê derbarê de AFRINPOSTê hinek wêne bi dest xistine ku li ser riya bajaroka „Cindirêsê“ milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê Edadên Avê ji dîwarên xanî û avahiyan hilkirine û dizîne, û her wisa li gelek deverên Efrînê wekî navçeya „Reco“ jî stûnên Karebê yên li kolanan birîne û ji xwe re bo agirê sobê bikar tînin, ku berî demekê têlên karebê jî ji ser stûnan vekiribûn û dizîbûn.

Edadên Avê li Cindirêsê
Edadên Avê li Cindirêsê

Related posts