AFRINPOST-Taybet
Rêxistineke dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li herêma Efrîna dagirkirî hişmendiya lixwekirina çarşefên reş û xelatkirina jinên ku li xwe dikin, belav dike.
Ev gava nû ya dagirkeriya Tirkî di çarçoveya hewldanên Tirkî-Ixwanî ya belavkirina hişmendiya tundraw li Efrîna ku berê mînaka jiyaneke aştiyane bû de, tê.
Nûçegihanê Afrinpostê li navenda herêmê ragihand ku rêxistina bi navê “nehwe xedên muşrêq” bi rêya pêngavekê dest bi belavkirina hişmendiya lixwekirina çarşefên reş kiriye û niştedagîran baweriya hinek jinên Kurd ku li gel wan di rêxistinê de kar bikin, anî.
Nûçegihan teqez kir ku ya bixwaze di vê rêxistinê de kar bike, divê çarşefa reş li xwe bike û wiha dewam kir;
Rêxistin wê 5 heta 10 dolaran bide her jineke ku çarşefa reş li bajarê Efrînê li xwe bike. Pêngav niha tenê li bajarê Efrînê dest pê kiriye, tê gotin ku wê pêngav derbasî gundewarê Efrînê jî bibe.
Nûçegihan destnîşan kir ku ev gav di çarçoveya guhertina nasnameya civakî û çandî ya herêma Efrînê de tê. Çavkaniyekê ji Efrînê ji nûçegihanê Afrinpostê re got ku pêngava di nava Efrînê de cî girtiye û raman hatiye pejirandin ku bi taybet rêxistin ên ku çarşefê li xwe dikin, bi pereyan xelat dikin.