Dagirkeriya Tirkî bi buldozeran darên zeytûnê li Cindirêsê hildikin û milîsên wê jî 4400 dar li Bilbilê birîn

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî hilkirina daran li aliyên rêya Cindirês-Yelanqozê bi armanca berfirehkirina rê dewam dikin.

Nûçegihan destnîşan kir ku buldozerên dagirkeriyê li aliyê rê, bi dehan ji darên temenmezin hildikin û li şûna daran pereyan nadin xwediyên wan.

Ji aliyekî din ve rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê got ku milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” 7’ê Cotmehê derdora 4400 darên zeytûnê li nêzîkî mezarê “Tekne” yê ku li ser rêya gundê Yelenqozê yê navçeya Bilbilê dikeve, birîn.

Darên zeytûnê yên ku hatine birîn ên van welatiyên Kurd in;

– Henîf Metîk 1000 dar

– Cemal Metîk 1000 dar

– Reşîd Seydo 1000 dar

– Mistefa Ibrahîm 600 dar

– Mihemed Kurd Xelîl 500 dar

– Ismaîl Kîlo 300 dar

Şêniyan li pêşiya navenda leşkerî ya Tirkî nerazîbûna xwe li dijî sûcên ku milîsên Îslamî derheqê mal û milkên wan de nîşan dan, lê belê berpirsyarên navendê ew ji wir qewitandin û li şûna rêkarên qanûnî li dijî milîsan bigirin, gef li şêniyan xwarin ku careke din gilî li milîsan nekin.

Related posts