Li bajarê Efrînê di nav de 2 çekdar 4 kes di teqîna li ser otostrada Xerbî birîndar bûn

AFRINPOST-Taybet

Li herêma Efrîna dagirkirî rewşa ewlehiyê her ku diçe xirabtir dibe.

Roja Yekşemê 4 kes ji ber teqîna otomobîleke bombebarkirî li ser otostrada Xerbî “rêya mazotê” ya bajarê Efrînê birîndar bûn.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku otomobîleke bombebarkirî li xaçerêya gundê Keferşîlê bi tîmê endezeyê yê milîsên “Cebha El-Şamiyê” de dema hewl didan ji otomobîlê vekin, teqiya. Di encama teqînê de 2 çekdar bi giranî birîndar bûn û du kesên din li ser motorsikletekê bûn dema di gel wan re derbas bûn, birîndar bû lê belê nasnameya wan nehate zanîn.

Her wiha roja Înê piştî nîvro 01/10/2020 kesên nenas teqemeniyek bi otomobîla welatiyekî Kurd ve kirin. Welatî otomobîla xwe li nêzîkî çerxerêya Newroz ji bo kar danîbû. Piştî wê bi demeke kurt otomobîl teqiya û hejmareke kesên di wir diçûn, bi sivikî birîndar bûn.

eTiştê balkêş ku welatiyê Kurd Ebû Heysem xwediyê otomobîlê ye û bi xwe jî birîndar bû, li ba desthilatên dagirkeriyê gilî vekir lê belê ew bin çav kirin û bi teqîna tawanbar kir.

Related posts