7 welatiyên kurd li bajarokê Mabeta yê Efrînê hatin revandin

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, kiryarên revandin û bincavkirinê weke navgîneke şantaj, fişar û astengkirinê derheqê şêniyên Efrînê yên resen ên mayî de berdewam dikin.

Armanca milîsan ku wan ji malên wan derxin û li şûna wan niştedagîrên Îslamî ji herêmên dijberiyê yên cuda ku dawiya wê Idlib bû, bi cî bikin.

Di vê çarçoveyê de, milîsên Firqeya Sultan Mûrad roja Yekşemê, 2’yê Sibatê  bi ser gundê Sêmalka yê navçeya Mabeta de girtin û 7 welatiyên kurd di nava wan de jî yên temenmezin hebûn, revandin.

Li gorî çalakvanan kesên revandî ev in: Îsmet Mistefa Mihemed, Îbrahîm Mistefa Mihemed, Mihemed Îbrahîm Mistefa, Mihemed Mistefa Mihemed, Ednan Hemîd Mihemed, Mehmûd Hemîd Mihemed û Ehmed Hemîd Mihemed

Piştî lêpirsîna bi wan re her sê bira Ednan Hemîd Mihemed, Mehmûd Hemîd Mihemed û Ehmed Hemîd Mihemed di heman rojê de hatin berdan.

Çalakvanan diyar kirin ku welatiyê bi nave Îsmet Mistefa Mihemed rastî êrîşeke bedenî hat ku di 4’ê Sibatê de piştî dayîna fîdyeyê, hat berdan. Her wiha hêjî çarenûsa her sê welatiyên din nediyar e.

Di vê çarçoveyê de Rêxistina Mafên Mirovan li kantona Efrînê di salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê de, statistîkên du salan a sûcên artêşa Tirkî û milîsên Îslamî yên girêdayî wê aşkere kir.

Rêxistinê, 16’ê Çileyê li kampa Serdemê yên koçberên Şehbayê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku bêtirî 6000 sivîl hem jin, hem jî mêr hatin revandin û hêjî çarenûsa bêtirî 3300 jî ne diyar e.

Related posts