Afrinpost
Di çarçoveya rûnişkandina dagirkeriya Tirk li bakurê Sûriyê, bi taybetî herêmên vê dawiyê li rojhilatê Ferêt hatine dagirkirin, dagirkeriyê roja Sêşemê beşekî Saziya Namegêriyê ya Tirk ku weke PTT tê naskirin, li bajaroka Girê Spî vekir da ku bibe belgeyeke nû û çespandî ya niyetên dagirkeriya Tirk di dagirkirina bakurê Sûriyê de.
Hertim jî bihaneya destwerdana nava xaka Sûriyê jî amade ye, ew jî hebûna Hêzên Sûriya Demokratîk e, lê hema niyetên dagirkeriyê di destdanîna ser xeta sînor a bakurê Sûriyê ji Efrînê heta Cereblûsê û bi bihaneya parastina ewlehiya netewî ya Tirk, zelal e.
Ev bihane biyan e, çawa dewletek xwe weke artêşa duyem di NATO de xwe dide naskirin, nikare sînorên xwe biparêze û bi wê bihaneyê dewletên cîran dagir dike, ji ber ku dewleta Tirk bi riyên zagona navdewletî parastina sînorên xwe nexwest, bihaneyên wê sexte xuya bûn, ji ber ku dagirkeriya Tirk heya niha nekariye tu êrîşan ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve li dijî xwe biçespîne, vê yekê hişt ku cîhan li dijî êrîşa Tirk ya li ser bakurê Sûriyê derkeve, tevî ku tenê di warê ragihandinê de be jî.
Ragihandina dagirkeriya Tirk û yên milîsên Îslamî destnîşan kirin ku waliyê Urfayê Abdullah Arin jî beşdarî merasîma vekirinê bû, ev jî vê rastiyê diçespîne ku dagirkeriya Tirk herêmên bakurê Sûriyê weke perçeyekê ji xaka xwe dibîne da ku vê yekê di hundir gelê Sûrî de bide çandin, ev jî li gel bêdengiya rêjîmê tê kirin.
Ji xwe navenda hatî vekirina ne tiştekî nû ye, ji ber ku di nava salên borî de beşên namegeriyê li herêmên Carablûs, Bab û el-Ra’î hatin vekirin, navê el-Ra’î jî kirin Tirkî û navê Çoban Bey lê hat kirin.