Afrinpost-Taybet
Roja Yekşemê ciwana kurd a bi navê Nercis Dawûd a 23 salî şehîd bû. Nercis bi malbata xwe re li bajarê Efrînê niştecih bû û karê parastina sivîl” Kumên Spî” dikir.
Şehîd Nercis Mîrza Dado ji gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrawa ye.
Nûçegihanên Afrinpostê ji çavkaniyên cuda yên ji şehîd Nercis ve nêzîk in, hatin agahdarkirin ku karmendên rêxistina parastina sivîl ango kumên spî di çarçoveya tawaniyê de ne.
Çavkaniyan da zanîn ku Nercis û hevalê wê Elî El-Şaxirî bi belavkirina mûçeyên karmendên rêxistinê yên li navçeyên Efrînê hatin erkdarkirin û wiha dewm kir:
Di danê sibehê de bi hevalê xwe re derketin û bi wan 3 milyon û nîv lîreyên sûrî hebûn ku berê xwe dan navçeya Şera. Piştî wê bi êvarê re nexweşxaneyê telefonî malbata wê kir û ji wan re gotin keça we hatiye kuştin.
Ş.Nercis di meclisa navxweyî ya bajarê Efrînê, beşa parastina sivîl(Kumên Spî) de ku saziya zimanê kurdî ya berê, ji xwe re navendeke sereke digirin, kar dikir.
Mehek di ser karê wê yê di rêxistina kumên spî re derbas nebû û hate kuştin.
Çavkaniyan tercîh kirin ku agahên derbarê kar û pereyên bi wan re di destê kesekî de hebûn û bi grûpeke çekdaran re li hev kir ku Nercisê û hevalê wê bikujin û pereyan bidizin.
Ji Afrinpostê re agahiyên teqez hatin, îfade dikin ku karkerê bi navê Ebû Salih El-Xûtanî yê di rêxistina kumên spî de dixebite, destê wî di gelek karên revandina sivîlan de, bi armanca bidestxistina pereyan ji malbatên kesên revandî, heye.
Ebû Salih El-Xûtanî bi çarenûsa her kesê revandî dizane û bi pereyan ji xwediyên malbatên wan re dibêje.
Merasîma oxirkirina Nercisê ji pêşiya mala malbatê ya li Efrîna kevn dest pê kir û li gundê Qitmê cenaze veşartin. Ji ber ku malbatê nikarîbû li gundê wê Kîmarê ji ber li ser xeta eniya şer e, veşêrin, li gundê Qitmê veşartin.
Tiştê balkêş di mijarê de ku endamên rêxistina Kumên Spî beşdarî merasîma oxirkirina karmenda xwe ango cenazeyê Nercisê nebûn. Çavkaniyan ragihandin ku sedema ne beşdariya endamên kumên spî yên merasîmê ew bû ku wan bi kordîneya bi çekdaran re gotgotên çêkirî, girêdayî exlaqê li ser ciwana kurd belav kirin da ku bikaribin bi tuhmetên ku pirsgirêkên exlaqî li ser wê hebûn, malbata wê bi kuştina wê tuhmet bikin û li ser kujerên wê yên rast bigirin.
Tê zanîn ku ew rêxistin tenê li herêmên dagirkeriya tirk û milîsên wê yên îslamî ya girêdayî ixwan misilmîn dixebite.
Ew yek jî bi armanca rewakirina karên kuştin û şewitandina mal û milkên şêniyên kurd e.
Gelek caran çekdarên milîsên îslamî daristanên Efrînê şewitandin û wan ew agir venemirandin. Ev yek jî teqez dike ku ew bi wan re dixebitin û li gorî îstixbarata dagirkeriya tirk tevdigerin.