Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Şera ragihand ku milîsên ” Cebhe El-Şamiyê” yên girêdayî dagirkeriya tirk û rêxistina ixwan misilmîn darên zeytûnê yên zeviyekî li gundê Kefercenê hilkirin û şandin sûkên Efrînê.
Nûçegihan da zanîn ku 2 barkêş ji cureyê ” Inter ” bi kok û qurmên zeytûnê gihîştin bajarê Efrînê. Her du barkêş ji zeviyê revandiyekî ji malbata ” Hemdoş” bû û sedemên tolhildanê jî nehatin zanîn.
Milîsên “Cebhe El-Şamiyê” roja Yekşemê 3 şêniyên kurd ji gundê Kefercenê revandin ku ew jî wiha ne: Welat Enwer(45salî), Sadiq Hemdoş (55salî) û Mihemed Henan Hemdoş (29salî) lê zêde niştedagîrê bi navê ” Ebû Xalid ” ji xelkê Xûta
Milîsên ” Sûltan Silêman Şah” jî roja Şemiyê bi zanabûn 172 darên zeytûnê ji kokê ve ji zeviyê şêniyê”F” ji şêniyên gundê Çeqela Jêrîn a navçeya Şiyê weke tolhildan ku xwediyê zevî yê bi navê ” Baca Parastina Zevî” tê naskirin ku ew bac jî 300$ amerîkî ye, neda, birîn û hilkirin.