Çavdêrgeha Sûrî: … Milîsên ” Sûltan Silêman Şah” ji bo derbasbûna Şiyê garantorekî dixwazin

Photo Credit To Nêt


Afrinpost-Şopandin
Çekdarên milîsên” Sûltan Silêman Şah/El-Emşat ” ên girêdayî dagirkeriya tirk û rêxistina ixwan misilmîn, binpêkirinên xwe derheqê sivîlan de li herêma Efrîna dagirkirî bi rêya karên dizî, talanî û astengkirinê, berdewam dikin.


Di vê çarçoveyê de, jêderine gelêrî Cavdêrgeha Sûrî ya Mafên Mirovan agahdar kirin ku milîsan li ser sivîlên ku dixwazin derbasî navçeya Şiyê bibin, garantorek ji niştecihên navçeyê û navê wî li qeyda navçeyê hebe, fer kirin.


Lê zêde milîs karên şantajkirina sivîlên herêmê bi rêya ferzkirina pereyan li ser derbasdarên rêbendên wan, berdewam dikin.


Çavdêrgeha Sûrî di 14’ê Cotmehê de belav kir ku istixbarata Tirkiyê û yên bi navê milîsên “ewlehiya siyasî” , 6 jin û rûspiyek ji navenda bajarê Efrînê revandin û birin zîndanên xwe. Piştre 2 jin û rûspî serbest ber dan û 4 jinên revandî yên dîtir çarenûsa wan heta niha ne diyar e.
Vê mijarê parve bike:

Post source : şopandin

Related posts