Milîsên” Firqeya El-Hemze” 15 hezar dolar weke bac li ser şêniyên gundê Keferdelê ferz dikin

Milîsên" Firqeya El-Hemze" 15 hezar dolar weke bac li ser şêniyên gundê Keferdelê ferz dikin
Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Cindirêsê ragihand ku milîsên” Firqeya El-Hemze” yên dagirkeriya tirk û rêxistina ixwan misilmîn bacên mezin li ser şêniyên gundê Keferdelê ya girêdayê Cindirêsê, bi hinceta parastina berhema zeytûnê ferz kirin û wiha dewam kir:


Milîsên” Firqeya El-Hemze” ku sermilîsê wan ” Ebû Salih” ji bajarê Babê ye, 15 hezar dolarê Amerîkî weke bac bi hinceta parastina berhema zeytûnan û tevî ku berhema çandinî ya werza îsal lawaz e, fer kirin. Ji ber vê yekê piranî şêniyên gund neçar man ku pereyan deyn bikin da ku baca ferkirî, bidin.


Nûçegihan da zanîn ku milîsan şêniyên gundê Keferdela Jorîn neçar kirin ku 6 hezar dolar weke bac bidin. Her wiha şêniyên Keferdela Jêrîn jî neçarî dayîna 9 hezar dolar bûn. Bi vê yekê her şêniyekî di navbera 50 heta 500 dolar da.

Post source : Taybet

Related posts