Afrinpost-Taybet
Milîsên îslamî yên girêdayî dagirkeriya tirk û rêxistina ixwan misilmîn, hemû rêyên sereke û kolanên di nava bajarê Efrînê de, bi hinceta ku agahî derbarê derbasbûna 3 erebeyên bombekirî hene.
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku milîsan hemû rêyên sereke bi rêbendên hesinî, ji çerxerêya Kawa heta çerxerêya Newroz girtine.
Her wiha bi hinceta derbasbûna 3 erebeyên bombekirî, çekdarên xwe li nava bajêr pir kirine.
Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan, roja Şemiyê li bajarê Babê li cem nuqteyeke kombûna basên veguhestinê teqînek pêk hat ku di encamê de 13 kes hatin kuştin, piraniya wan ji sivîlan bû û derdora 33 kesan birîndar bûn.
Çavdêriya Sûrî teqez kir ku ji ber teqînê 3 termên şewitî hebûn ku ev yek tercîh dike hejmara kuştiyan wê bilindtir bibe ji ber ku di nava wan 33 birîndaran de, rewşên giran û metirsîdar hene.