Afrinpost:
Jineke kurd yeke temen mezin roja sêşemê di nexweşxaneyeke bajarê Rîhaniyê yê Turkiyê de, jiyana xwe ji dest da.
Ew jina temen mezin di teqîna bajaroka Cindirêsê ya di 23’ê Îlona 2018’an de birîndar bûbû.
Nûçegihanê Afrinpost yê li navçeya Cindirêsê ragihand ku şêniya bi navê Zeyneb Mistefa Mûsa di teqîna 23’ê Îlona 2018’an de birîndar bû û di encama wê de jî şehîd bû.
Birîna Zeynebê di serî de bû, ji ber wê yekê ji ser hişê xwe çû û di heman demê de derbasî nexweşxaneya bajarê Rîhaniyê yê Turkiyê kiribûn û li wir jiyana xwe ji dest da.
Bi şehîdketina Zeyneb Mûsa hejmara sivîlên kurd ên şehîd digihêje 3’ê sivîlan.
Her wiha du kes jî, ji çekdar û yên li Efrînê hatine niştecihkirin, di wê teqîna ku bi rêya otomobîleke bombekirî ku çekdarên ‘‘ Firqeya Hemzat’’ teqandibû, hatin kuştin.
Ew teqîn jî ji ber nakokiyên di navbera milîsên îslamî de pêk hat.