Di nava hefteyekê de, ev cara duyemîn e ku milîsên ‘‘ Sultan Mûrad’’ jineke kurd yeke temen mezin ji malê wê diqewtînin .

Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Turkiyê û rêxistina Ixwan Misilmîn, binpêkirinên xwe derheqê niştecihên kurd ên li Efrînê mane û bi taybet ên temen mezin, berdewam dikin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpost li navçeya Şera ragihand ku milîsên‘‘ Sultan Mûrad’’ hevjîna rihmetî Mihemed Dodex ji mala wê ya li bajaroka Şera ku dûrî firina alî bi 200 m, bi darê zorê derxist.
Her wiha nûçegihan teqez kir ku piştî milîsan ew jina temen mezin ji mala wê qewitand, bi zanabûn malbateke çekdaran li şûnê, bi cî kirin.
Ev bûyera duyemîn e ku di nava hefteyekê de tê belgekirin, e. Ev yek jî dide xuyakirin ku milîs bi zanabûn kiryarên bi vî rengî dimeşînin.
Milîs, şêniyên temen mezin bi hinceta ku bi tenê ne û mal ji wan re mezin e, wan diqewtînin da ku malbatên xwe li şûna wan bi cî bikin.
Di 27’ê Îlona derbasbûyî de Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan anî ziman ku milîsên ‘‘ Sultan Mûrad’’ bi ser maleke şêniyekê de çûn û ew bi darê zorê ji mala wê ya ku li taxa Zîdiyê ya li nîvê Efrînê dikeve, derxistin û piştre mal bi temamî dizîn û talan kirin.

Post source : Afrinpost- taybet

Related posts