Afrinpost – Taybet
Milîsên îslamî yên girêdayî dagirkeriya Turkiyê û rêxistina Ixwan Mislimîn di astengkirina şêniyên Efrînê yên mayî de, berdewam in.
Milîs destên xwe datînin ser erdên çandiniyê da ku jêdera debara jiyanê kontrol bikin ku di encamê de şêniyên Efrînê mal û milkên xwe ji yên niştecihkirî re berdin ango ji malbatên milîsan re bihêlin û ji cih û warê xwe bibin.
Di vê derbarê de, nûçegihanê Afrinpost yê li navçeya Bilbilê ragihand ku milîsên firqeya Sultan Mûrad ku piraniya wan ji çekdarên turkmen in, ji bo talankirina berhemên çandiniyê grûpên diziyê ava dikin.
Her grûpek ji sed karkerî ji yên niştecihkirî pêk tê. Armanca wan çinîna berhema zeytûnan ên li derdora bajaroka Bilbilê û gundên wê ye.
Nûçegihan da zanîn ku ew grûp berhema zeytûnan ên ku hatine niştecihkirin û yên niştecihên resen ku hê dest ji erdên xwe bernedane, didizin.
Her wiha nûçegihanê Afrinpost yê li navçeya Raco ragihand ku kesên li bajaroka Mîdan ekbesê hatine bicîkirin, diziya berhema zeytûnan a bi şevê berdewam dikin.
Lê zêde milîsên îslamî mal û milkên şêniyên ku ji bajaroka Raco hatine koçberkirin, talan dikin.
Talana wan jî di bin navê ‘‘Xenîmeyên Şer’’ de tê kirin.
Di heman demê de, nûçegihan ragihand ku yên niştecihkirî beriya wê bi du rojan bi şev, berhema 13 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê(S.Q) dizîn.
Milîsên ‘‘ Firqeya Sultan Mûrad ’’ ji bo talankirina berhemên zeytûnan, grûpên diziyê ji yên niştecihkirî li Bilbilê ava dikin.
Photo Credit To Nêt