Xortekî Kurd li navçeya Bilbilê bi tawana ku berê derdiket nobedariyê hatin binçavkirin

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost roja Sêşemê agahdar bû ku desthilatên dagirkeriya Tirkî 9’ê Rezberê 2021 xortekî Kurd ji mala wî li gundekî gundewarê Efrînê bi tawana ku di dema Rêveberiya Xweser de derketibû nobedariyê(Hêza Cewherî) bin çav kir.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku hêzeke istixbarata Tirkî roja Pêncşemê 9’ê Îlonê bi ser mala şênî Elî Nûrî yê (30) salî ya li gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê de girt û ew bin çav kir ku hêjî çarenûsa wî ne diyar e.

Desthilatên dagirkeriya Tirkî bê serûber Kurdan bi tawanên nerast digirin. Armanc jî ew e ku wan tengav bikin û ji malên wan derxin da ku li şûna wan niştedagîran bi cî bikin.

Related posts