AFRINPOST- Taybet
Milîsên îslamî (Siltan Silman şah/ Emşat) yên dagîrkeriya Tirkiyê rojane li navçeya „Şiyê“ ya Efrînê/Rojava zorê li xelkê deverê dikinm ji ber wê jî xelk herdem di tirs de dijî.
Çavkaniyekî xwecihî ji AFRINPOSTê re ragihand ku pevçûnek di navbera dukandarekî Kurd yê bi navê „îbrahîm Emîn şêx Omer“ û malbateke Niştedagîrên Ereb de derket li ser buha û Qualîtiya tiştan, çeteyekî milîsên îslamî (Emşat) kete navberê û li meydana kaniya şiyê bi kotek û lêdanan bi ser dukandarî ket, di encamê de Dukandarî bi giranî birîndar bû.
Li gorî hinek çavkaniyên ji navçeyê ku milîsên îslamî (Emşatê) nasnameya jinebiyan kom dikin û herwisa yên kesên nifûsa wan ne li ser „Şiyê“ be jî kom dikin da diravan û bacê (derîbe) jê bistînin û malên wan talan bikin.
Herwisa AFRINPOSTê pêş çend rojan belav kiribû ku milîsên îslamî (Siltan Silman şah/ Emşat) êdî dê ji xelk û cotkarên navçeyê bi zorê Zekatê bistînin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku heman milîsan berî demekê endamê encûmena dagîrkeran yê xwecihî „Mistefa şêxo“ bi giranî kotek kiribûn ji ber ku wî li ba şanda dagîrkeriya Tirkiyê giliya milîsan kiribû.