4 Şêniyên Kurd li bajarokê Badîna yê Efrîna dagirkirî hatin binçavkirin

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî 30’ê Tebaxê 2021, 4 şêniyên Kurd ji bajarokê Badîna yê Efrîna dagirkirî bi tawana ku berê tevlî nava erka xweparastinê ya Rêveberiya Xweser bûbûn, bin çav kirin.

Li gorî çavkaniyên Afrinpostê milîsên ”polîsên leşkerî” yên bi nav; Şakir Hesen Cafer (28 salî), Luqman Reşîd Bekir (44 salî), Mihemed Zekeriya Mihemed Cero (25 salî) û Mihemed Menan Îbiş (45 salî) bin çav kirin. Dagirkeriyê şênî Îbiş beramberî baceke darayî 1500 lîreyên Tirkî berda ku yên din jî li bajarokê Raco girtî ne.

Milîsên ”polîsên leşkerî” roja Yekşemê 22’ê Tebaxê 2021 jinek bi navê Hêvîn Abdîn Xerîbo(20 salî) û roja piştî wê jî jina bi navê Lîna Zekeriya Mihemed Cero (22 salî) ku xwîşka girtî Mihemed Zekeriya Mihemed Cero ye, bin çav kir.

Dagirkeriyê piştî girtina Hêvînê bi rojekê, ew beramberî fidyeyeke malî 2000 lîreyên Tirkî berda lê Lîna bir zîndana Maratê ya bi ser Efrînê ve.

Related posts