Çekdarên dagirkeriyê daristanên Efrînê dişewitînin û Kumspî jî rê li ber birînê vedikin

AFRINPOST-Taybet

Çekdarên milîsên ”Ehrar El-Şam” û ”Ceyş El-Şerqiyê” roja Înê li navçeya Cindirêsê agir bi daristanekê xist da ku piştre bikin êzing.

Di vê derbarê de çavkaniyên Afrinpostê ragihandin ku milîsan bi zanabûn agir bi darên sewrî û merxê yên daristanekê ku li başûrê gundê Xalta yê navçeya Cindirêsê dikeve, xist.

Piştre yên bi navê Kumspî ji bo vemirandinê hatin. Li gorî çavkaniyan plan ew e ku çekdar agir pê bixin piştre jî êzingan ji bermahiyên daristanê derxin.

Related posts