AFRINPOST-Taybet
Çavkaniyên Afrinpostê li Efrîna dagirkirî ragihandin ku desthilatên dagirkeriya Tirkî roja Sêşemê 24’ê Tebaxê 2021, şêniyê Kurd bi navê Fayêq Ebdo Mistefa Qere(35salî) ji şêniyên gundê Avrazê yê navçeya Mabetayê, piştî ku ji Helebê vegeriya bin çav kir.
Di heman rojê de birayê wî Mihyedîn Mistefa Qere hat binçavkirin lê di heman rojê de jî hat berdan.
Di heman çarçoveyê de milîsên ”polîsên leşkerî” şêniyê bi navê Fehid Ilêwî ji pêkhateya Ereb piştî derdora 2 heyvan ji desteserkirinê û dayîna garantiyeke darayî ango fidye 4000$ û bêyî sedema girtina wî were naskirin, hat berdan.
Afrinpostê beriya niha 7’ê Tîrmehê 2021 da zanîn ku peywendî li gel şênî Fehid Ilêwî ku bi rê de diçû bajarê Babê qut bû. Piştre hat zanîn ku milîsan ew li ser rêbendekê, beriya cejnê Qurbanê bin çav kiriye.
Şênî Fehid Ilêwî ji şêniyên Efrînê yên resen in. Dikaneke wî ya firotina madeyên metbexê hebû.