AFRINPOST-Taybet
Duh bi şev û heta sibeha Pêncşemê pevçûnên giran di navbera milîsên ”Firqeya El-Hemzat” û milîsên ”Siqûr El-Xab” li gundê Çûlaqa, Feqîra û Maratê de qewimîn.
Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên ”Siqûr El-Xab” êrişeke xurt li dijî navendên milîsên ”Firqeya El-Hemzat” li gundê Maratê, Çûlaqa û Feqîra pêk anî ku di encamê de gelek navend li wan gundan kontrol kirin.
Nûçegihan diyar kir ku pevçûna di navbera wan de berfireh bû heta li aliyên bajarê Efrînê jî rûdan. Her du aliyan çekên giran û sivik bi kar anîn. Di encamê de milîsên ”Mutez Abdullah” navendên sermilîs ”Hisnekî Berîr” li ser rêya Cindirêsê dorpêç kirin. Ji ber vê yekê milîsên ”Firqeya El-Hemzat” hêzeke mezin anî bajarê Efrînê da ku navendên ku bi sibehê ji dest dane, vegerînin.
Milîsên ”El-Hemzat” 24’ê Tîrmehê 2021 derheqê sermilîsê ”Siqûr El-Xab” yê bi navê Mutez Abdullah de biryara dûrxistina ji kar û ji hemû misyonên wî yên leşkerî her wiha derbaskirina wî ji komîteya leşkerî re da. Li şûna wî ji bo birêvebirina karûbarên milîsan Ehmed El-Hemdo Berîr bi nasnav ”Hisnekî” erkdar kir.
Sedema guhertina wî jî vedigera pevçûna milîsên Mutez Abdullah li dijî milîsên yê bi navê Ramî Metran li ser parvekirina pereyên ji Lîbyayê anîne, bû.
Tê zanîn ku yê bi navê Mutez Abdullah destê xwe di kuştina şêniyê Kurd Ridwan Ebdulrehîm Henan ku ji wî daxwaza vegerandina mala xwe li gundê Mezin kiribû de heye.
Termê wî êvara Yekşemê 22’ê Tebaxa 2021 li nava erdekî çandiniyê hat dîtin.