AFRINPOST-Taybet
Desthilatên dagirkeriya Tirkî roja Çarşemê xortekî Kurd ji şêniyên gundê Birîmce yê navçeya Mabetayê bi tawana ku berê bi Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê re kar dikir, bin çav kir.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrînê ragihand ku istixbarata Tirkî şênî Ebid El-Qadêr Seydo li ser rêbenda xwe ya li rojhilatê bajêr(rêbenda Qos) bin çav kir û bir cihekî nediyar.
Şênî Seydo zewicî ye û xwediyê 2 zarokan e. Ew li gel malbata xwe li malekê beramberî avaniya Gemrûkê ya berê dijî.
Di heman çarçoveyê de çavkaniyên xwecihî destnîşan kirin ku milîsên “Lîwa El-WeqasÎ roja Duşemê 30’ê Tebaxê 2021 bi ser mala şêniyên bi nav Azad Kemal Hesen(32 salî) û Arif Mihemed Şukirî(32 salî) li gundê Anqelê yê navçeya Şiyê de girt ku ew revandin û li gorî rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê birin cihekî nediyar.