Li navçeya Bilbilê milîs li ser avê pev çûn

AFRINPOST-Taybet

Li navçeya Bilbilê ya gundewarê Efrînê sibeha roja Yekşemê ji ber nakokiya li ser sahrîceke avê, di navbera milîsan de pevçûn rûdan.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeyê ragihand ku çekdarekî “koma Erabit Idrîs” ya girêdayî milîsên “Sultan Mûrad” êrîşî ajokarekî sahrîca avê. Ajokar xortek e û bavê wî endamekî “polîsên leşkerî” li navçeya Bilbilê ye. Ji ber vê yekê nakokî di navbera milîsên “polîsên leşkerî” û “Sultan Mûrad” de derketin û pevçûn rûdan.

Nûçegihan diyar kir ku ji ber pevçûnan 6 çekdar ji her du aliyan birîndar bûn.

Related posts