Piştî penckirinê milîsan bi milyonan pere li gundê Gemrûkê dizîn

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “Lîwa Siqûr El-Şemal” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn 25’ê Tebaxê 2021 li gundê Gemrûkê yê navçeya Mabetayê ya gundewarê Efrînê di şevekê de bi dekûdolab bi milyonan pereyên şêniyan dizîn.

Çavkaniyên Afrinpostê ragihandin ku çekdaran şêniyên malên ku hatine dizîn, penc kirin(anestezî) piştre pereyên wan dizîn.

Ji nava qurbaniyên vê bûyera diziyê, melayê gund Elî Reşwanî ye ku (300) lîreyên Tirkî ji mala wî hat dizîn. Her wiha ji şênî Idrîs Hemdoş (800000) lîreyên Sûrî û ji Mihemed Reşîd Hemdoş 5 milyon lîreyên Sûrî hatin dizîn.

Serjimariya şêniyên gundê Gemrûkê yên resen ku li gund mane, derdora 81% bi hejmara malan nêzîkî 200’î ye. Her wiha hejmara niştedagîran li gund  nêzîkî 19% ku 20 mal li gund desteser kirine lê zêde milîsên “Lîwa Siqûr El-Şemal” (2) mal veguherandine baregehên leşkerî.

 

 

  

Related posts