AFRINPOST-Taybet
Di çarçoveya siyaseta tengav û koçberkirinê de, milîsên “Feyleq El-Şam” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn bacên darayî yên mezin li ser Kurdên Êzdî li gundê Burc Ebdelo yê navçeya Cindirêsê sepandin.
Li gorî çavkaniyên Afrinpostê, milîsên “Hêzên Taybet” ên “Feyleq El-Şam” û sermilîsê wê yê bi navê “Ebdo Osman” ku ji gundê Kefer Heleb yê gundewarê Heleb ê rojava ye, li gundê Burc Ebdelo bac 100$ li ser her malbateke Êzdî sepand. Tê zanîn ku 50 malbat Êzdî li gund dijî ku lê malbatên misliman jî hene, bi hev re dijîn.
Her wiha milîsan rêyên ji ber bi baxçe û zeviyên çandiniyê ve diçin bi bendên axî digirin. Hêjî 3 rê ji wan ji 17’ê Tebaxê 2021 bi bendên axî ji girtî ne. Armanca milîsan ji bendên axî ew e ku şêniyan şantaj bikin û beramberî vekirina rêyan pereyan ji şêniyan bistînin.