Dagirkeriya Tirkî 2 Kurd li gundê Şêxûtka girtin û lîsteyek bi navan heye

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost roja Şemiyê ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku milîsên “polîsên sivîl” ên dagirkeriya Tirkî 24’ê Tebaxê, 2 Kurd ji mala wan li gundê Şêxûtka yê navçeya Mabetayê bi tawana ku berê di dema Rêveberiya Xweser de derdiketin noberdariyê bin çav kirin.

Li gorî çavkaniyan milîsan bi ser mala şênî Îmad Ehmed Bebo (35 salî) û Farûq Henan Kosre(65 salî) de girtin. Ew bin çav kirin û birin navenda wan ya li bajarokê Mabetayê.

Hat zanîn ku biryara berdana wan beramberî garantiyeke diravî 1500 lîreyên Tirkî hatiye dayîn, lê ew hêjî binçavkirî ne.

Çavkaniyan diyar kirin ku milîs li gorî lîsteya navan ku derdora 20 navan in û bi heman tawanê, hewl didin ku bêtir şêniyên gundê Şêxûtka bin çav bikin.

Tê zanîn ku navên di wê lîsteyê tên xwestin ku werin binçavkirin, beriya niha gelek caran hatine binçavkirin û beramberî dayîna pereyan hatine berdan.

Çavkaniyan diyar kirin ku dagirkeriya Tirkî sermilîsekî nû ji bo milîsên “polîsên sivîlÎ erkdar kir. Ew sermilîs dixwaze şêniyên gund bi armanca şantajkirin û bidestxistina pereyan bi rêya vekirin dozê li dijî wan, bêtir bin çav bike.

Related posts