Şêniyekî gundê Beradê yê Şêrawayê bi mayînekê şehîd bû

AFRINPOST-Taybet

Roja Pêncşemê şêniyekî gundê Beradê yê navçeya Şêrawayê ya herêma Efrîna dagirkirî ji ber teqîna mayînekê li gundê Kalûtê şehîd bû.

Nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku şênî Elî Hemreşo 23 salî ji ber ku birîna wî giran bû,  li navenda Heyva Sor a Kurdî ya li gundê Burc Qas ê Şêrawayê şehîd bû.

Şehîd Hemreşo ji gundê Beradê ye. Piştî ku ji aliyê hêzên dagirkeriya Tirkî ve ji gundê xwe hat koçberkirin, berê xwe da Beradê û li wir jiya.

12’ê Tebaxa 2018 Ciwanekî 25 salî bi navê Mihemed Mihedmed dema ku pez diçêrand, li gundê Meyase yê navçeya Şêrawayê ji ber teqîna mayînekê şehîd bû.

Di nava sala 2020 de hejmara şêniyên ku ji ber mayînan şehîd bûne gihîşt 83 kesan. Her wiha di nava sala 2019 de hejmara qurbaniyan gihîşt 41 şehîd û 158 birîndaran.

Related posts